Nirxandina teorîk ya pêşveçona FairCoin

Pêşketina gihiştina nirxê FairCoinê ku yeksan buye bi Euro re, bereyek bingehîn yê girînge û hêjaye ji gelek aliyan ve bêt nirxandin.

Ya yekem, ev dihêle ku dirav hêsantir bibe ji bo kes pêbawer bike û îlhamek zêdetir ya kolektîvîzmê pêre peyda bibe û bazirgan destpê bikin vê bikarbînin. Di serrasta projeyê de, ev nîşaneya serkeftinek rasteqîne di komkirina formên xwe rêxistinkirinên kevntir de, wek koperatîvan, bi gengaziyên ku bi qadên nû yên aboriyê pêşkêş dike û pêşketina di teknolojiyê de, ji nûve radîkalîzmê zindî dike ji bo sedsala 21'an. Li ser serastek pitir rewşenbîr û firehtir, pêwîstiya vê bi hinek ji nûve formûlekirinan heye di aliyê bîrdozîk de, ji ber ku tişta niha di pratîkê de heyî, ku  temamî encama serkeftina me ye, û amêrên ku divê em wan bidest bixin hene. Ev wê alîkariyê bide radîkalîzmê (di wateya veguherîna ji kok ve de ) ew nediyariya ku ji aliyê qada postmodern ve hatî sepandin ji bo bicih bihêle, û alîkariya wê bike ji nû ber bide bo qadek nû, ji bo bikaribe bi awayek serkeftî di pêşketinên polîtîlk de cih bigre, û dilniya bike ku koperatîv û modela bê dewlet dikare xwe weku alternatîvek nuwaze pêşkêş bike. 

Tişta ku xwe gihandina 1:1 nîşan dide ewe mînakek pratîkî ya serkeftî ye di pêşketina vê pîvaneka mezin de, şkênandina rexa vê destpêşxweriya teknolojîk girêdayî ye bi rêxistinbûnên koperatîvîst yên di cîhana rastîn de. Ev di eniya pêş ya peywendîkirina  evîna xweseriyê  asteng çênake vê teknolojiyê bo evîna xweseriyê bikartîne , bi pêşniyarên ku ji aliyê teknolojiya asteng û diravê dîjîtal ve hatî kirinin. Hêj pitir, ev bi temamî ew prensîbên radîkalin ku bûne sedema encamên erênî: mezinbûna hêdî û rasteqîn, di rêveberiyê de pîvanên dij spekulatîv ya dirav ji bo berhemhênana dijber çêneke, û baldariya li ser bikaranîna bi pratîk  berewurd bi  cuda ya serkeftina  teknolojî di tora koperatîvên aboriyê de. Ev tê wateya ku ji aliyekê ve neçariya îdîaya konseptek cuda ya serkeftinê berewurd bi marketên gomanbar yên roja îro ku bi gelek aliyan ve cîhanê bikartînin heye, lê herwuha pejirandina bizavkirinek di nava cîhana em dibînin de jî ne wusa ye ku em bi ecibînin. Ev rêya rastî ye bi serkeftî cîhanê biguherî.

Li vê derê herwuha girîngiya balkêşandina li ser “wateya zêrîn” heye ku di bin rêveberiya FairCoinê de hatiye biserxistin. Zêdehiya li ser her aliyekê dikare weku pêşniyarekê ya bi temamî ne navendîkirina vî diravî ku bes di marketan de tê bikaranîn ( her weku hemî ew diravên din yên dijîtal ku hatine pêşniyar kirin) anjî têgihiştinek dewletgerî ya teknolojiya astengdar dide ferzkirin wek yekane rê ji bo hikumetê daku qezencê bi rêya xizmetkarên sivîl bi dest bîne, û ev di destê çavdêriya polîtîk ya şaredariyê, herêmî û hikumeta dewletê de ye.  

Ezmûna bi Bitcoin û diravên din dikarin weku “anarşî-kapitalîst” bêt bi nav kirin; ew weku astengek ya nasandina hikumetê tê û ji encama ramana rêkûpêkiya dewletgerî ye, (dibe ku sosyal-demokratîk bin). Yekem raman ewe ku bi hêsanî bêy ti afirandinek dewletî bipejirîne, û rastiya cîhana heyî red dike, bikaranîna marketan wê çareseriyek guncaw bide dest. Lê ferqa herî mezin ya di navbera prensîbên destpêkê pisporî de û bikaranîna rastîn ya razandinên spekulatîv ya fînansî de di pîvaneke mezin de (pêlên nirxên har diafirîne) di diravên Bitcoin, Ethereum û hwd…dide nîşandan ku kêmahîya rêyekê heye ku xwe ji hêza vê avahîsaziya cîhana hatî avakirin biparêze, evane bi bizavek pir heybet ya bi biryar pêşketinên civakî yên potansiyel dimijin û sûdê jêdigrin.   

Ji aliyê din ve, çareseriya hikumî ku heta niha jî nebuye rastiyek (ku jixwe rexneyeke, mînak buye sedemê qeyranên pir kûr yên civakî li İspanya û Yewnanîstanê, ku ev nêrîn pir lê hatine guftûgo kirin) kêmahiya girîngiya kesan bi hişmedî di nava polîtîka yê de û li şûna projeyek bûrokratîkal bike. Taybetmendiyên polîtîk û hikumetî, û ser vê re jî, heman bername dikare bi hesanî bêt bi dawîkirin bi rêya encamek elektrol yê cuda ve, bi taybet eger behsa taybetmendiyên polîtîk yên radîkal bike. 

Ji aliyekê ve, pirsgirêka gelek kêm çavdêrîkirinê heye, ji milê din ve jî, pirsgirêka gelek zêde çavdêrîkirinê heye. Ji ber van sedeman FairCoin agirekê bîrdozîk ji her du aliyan wergirtiye, lê bi tomarkirina xwe ya diyar û serkeftinên wê yên bilind dibin, ew dikare xwe bi xwe biparêze. Baweriyek utopiyayî nikare bêt xistina nava marketan (ku bi bîrdozîk ferqa wê ji pêş feresata neo-lîberalîzmê nîne); bi heman awayî baweriya utopiyayî nikare bêt xistina nava Dewletê, ku ev çewtiya piraniya radîkalîzma sedsala 20’an bû. Çareseriya rastî ewe ku ya baştirîn ji her du aliyan bigre: Baweriyê bixe di nava bijardeyên kesî de û torên ne navendî de hebin, lê vê ramanê pak bike û li ser wê raweste bi rêya  biryardana polîtîk ya bi hişmendîya koperatîvên xwe rêveber re. Û ji aliyê din ve, biryarên polîtîkî divê xurt bin û li ser ciyewaziya ehlaqî ya zelal bin ji rêbaza spekulatîv û çavpere, bizane ku pêwîstiya wê bi wê çendê nîne ku bi avahîsaziyên burokratîk yên dewlet û kampanyên parlementerî re guncaw bin. 

Ev rêya modernbûyînê, dema ku kêmahiyên wan radixe li ber çavan, ji her du aliyan ya baştirîn digre nava xwe, ev ya FairCoinê ye, avahîsaziya Faircoin ya berfireh ya herî mezine. Ji ber vê yekê gihaye vê derê, di rêyek bi çavdêrî, xwegir û domdar de, hevşêwe li gel Euro, û ji ber vê sedemê ew soza pêşketinên mezintir di dahatûyê de dide.

FAIRCOIN IS BASED ON PROVEN BLOCKCHAIN TECHNOLOGY. SAFE KEEPING, USE AND MARKET VALUE REMAIN YOUR OWN RISK.
Imprint & Contact | Privacy | Logos, Posters and Stickers | Brochures | Presentation Slides | White Paper | CMS Login

To top